Li Cizîrê 3 kesên hatin binçavkirin hatin girtin
Li Cizîrê 3 kesên hatin binçavkirin hatin girtin
Li Cizîrê 3 kesên hatin binçavkirin hatin girtin
Li navçeya Cizîrê 3 kesên ku beriya sê rojan di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bi hinceta “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê beriya 3 rojan hêjmarek gelek ya polîsan di ser malan de girtin û 3 kes binçavkiribûn. Welatiyên ku hatine bin çavkirin Şêxmûs Geçît, Sîphan Esîm û Ezîz Uygur piştî karûbarên fermî yên li qereqola polîsan sewqî dozgeriyê kirin. 3 kesên ku piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin û bidaxwaza girtinê sewqî Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê kirin, bi îdiaya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.