Li Cizîrê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê piştî bûyerên duh rûdan, polîsan operasyonekî berfireh dan destpêkirin û 2 jê zarok 7 kes binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê piştî bûyerên duh, alîkarê komîserekî birîndar bû, di serdegirtinên malan ên îro de 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku, polîsan li gorî lîsteya di destê wan de heyî di ser malan de girtiye.