Li Cizîr 'Dîwarê Şermê' hat şermezar kirin
Li Cizîr 'Dîwarê Şermê' hat şermezar kirin
Li Cizîr 'Dîwarê Şermê' hat şermezar kirin
Meclisa Ciwanan a Rêxistina BDP'a Cizîrê li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin, çalakiyek pêk anîn.
Li navçeya Cizîrê Meclisa Ciwanan a Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin çalakî pêk anîn. Girseya ku li taxa Nurê kom bû, li ber mala Sersaxiyê ya Gel a Şaredariyê daxuyanî da. Endamên BDP'ê endamên meclîsa şaredariyê, oldar, endamên Meclisa Ciwanan a BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Girsê bi dîwarê Mala Sersaxiyê de pankarta "Gelê ku bi sedsalane bi mayînan nehat perçekirin ma dê bi vi dîwarî bê perçekirin?" vekir.
Li ser navê komê Endama Meclisa Ciwanan a BDP'ê Feride Benzer, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayên dirû dimeşîne û ew li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Benzer, anî ziman ku dê di 30'ê Mijdarê de li Amed’ê Kongreya Ciwanan pêk bînin û hemû ciwanên Botanê vexwend kongreya Amedê.