Li Cezaayê çalakiyên bi bandor ên YPG'ê
Li Cezaayê çalakiyên bi bandor ên YPG'ê
Li Cezaayê çalakiyên bi bandor ên YPG'ê
Li Cezaayê di encama çalakiyên bi bandor ên YPG'ê de, çeka katûşa ya bi 40 lûleyan jî di nav de gelek çekên çeteyan hatin rûxandin û 10 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê li rojava û bakurrojavayê Cezaayê hin çalakî pêk anîne û di vê der barê ev agahî da:
LI GUNDÊ BEG'Ê ÇEKEK KATÛŞA A BI 40 LÛLEYAN HAT RÛXANDIN, 4 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Li gundê Beg ê li rojavayê Cezaayê baregehek çeteyan hatiye hedef girtin. Di çalakiya ku şevê din saet 20:30'an de pêk hatiye de, çeka katuşa ya bi 40 lûleyan û gelek alavên leşkerî hatine rûxandin. Her wiha hêzên me doçkayek 14.5 jî rûxandin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 4 çete hatiye kuştin, û gelek ji wan jî birîndar bûne.
LI GUNDÊN ARCE Û EBÛ XADÎR 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Hêzên me li bakûrrojavayê Cezaa li gundên Arce û Ebû Xadîr jî du çalakî pêk anîn. Di çalakiya di navbera gundên Arce û Sutukê jî saet 20:00 çalakiyek pêk hatiye û motorsîkletek çeteyan hatiye rûxandin. Hêza ku ji bo alîkariya çeteyan hatiye jî bûye hedefa şervanên me. Di çalakiye de herî kêm 5 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.
Hêzên me li nêzikî gundê Ebu Xadîr jî li hemberî noqteyeka çeteyan çalakî pêk anîn û çeteyek hat kuştin."