Li Çewlikê tacîz û tecawiza li E.A. hate protesto kirin
Li Çewlikê tacîz û tecawiza li E.A. hate protesto kirin
Li Çewlikê tacîz û tecawiza li E.A. hate protesto kirin
Li Çewlikê ji bo şermezarkirina tacîz û tecawiza li zaroka binavê E.A. ya 16 salî hatiye kirin çalakî hate li darxistin. Di çalakiyê de dowîzên “We li Roboskî qetilkirin hûn serbestin, we tecawiz kir dîsan hûn serbesetin.”
Têkildarî bûyera tecîz û tecawiza li Çewlikê 6 leşkeran li zaroka 16 salî ya binavê E.A pêkanî, komek ya qelebalix li ser tora civakî xwe rêxistin kirin û li ber Edliyeya Çewlikê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Girseya ku sloganên “Bêdeng nebe, dema tu bêdeng bû dê sira bê te” û “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan. Serokê Şaxa ÎHD’a Çewlikê Mehmet Can Înce jî diyarkir ku, em li beramberî bûyerekî ku tu wijdan û ol qebûl nakin re rû bi rû ne.
Înce got: “Ev tiştek wijdaniye. Rewşekî ku ne mirovahî , ne jî tu ol qebûl dike. Çawa dadgeh dê zarokeka 16 salî ya bûyerek wisan bi serê wê hatî, failên wê serbest berde. Edaletekî wiha nabe. Em vê biryarê şermezar dikin û protesto dikin.” Înce anî ziman ku, ji ber failên bûyeran nayên ceza kirin, ev sûc zêde dibin û berdewam dikin. Înce destnîşan kir ku, ji bo fail bêne cezakirin ew dê hemû mafên demokratîk bikar bînin.
Girse piştî daxuyaniyê dowîzên “We li Roboskî qetilkirin hûn serbestin, we tecawiz kir dîsan hûn serbesetin”, “Li kuderêyî ey edalet”, “Yê destê xwe didin hev hûn didin ber keviran, îro hûn çima bêdeng dibin” û “Edalet niha kor, kerr, lale” vekirin û heya Dort Yol Kuleya Seetê meşiyan.