Li Çelê êrîşa obûsan, li Zap û Erziromê keşif
Li Çelê êrîşa obûsan, li Zap û Erziromê keşif
Li Çelê êrîşa obûsan, li Zap û Erziromê keşif
Artêşa Tirk li hemberî herêmên sînor ên navçeya Colemêrgê Çelê êrîşa bi obûs û hewanan pêk anî, li ser herêma Zap a dibin kontrola gerîlayan de û bejahiya Erziromê keşf pêk anîn.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) di daxuyaniya weşandin de têkildarî êrîşa hewan û obusan wiha got: “29’ê Îlonê di navbera saet 13.00 û 17.00’an û dîsa Qereqola Bilican a li ser xeta sînorê Çelê ya Colemêrgê ku di bin kontrola artêş a Tirk a dagirker de ye li hemberî herêmên Garê Mezin û Deva Mezin ên li ser heman xeta sînor in bi obûs û hewanan topbaran pêk anî.”
NÇR-HPG’ê diyar kir heman rojê piştî nîvro artêşa Tirk li ser herêma “Şehîd Hesen” a Erziromê gera balafirên bêmirov a da destpêkirin heya 30’ê Îlonê saet 10.00’an dewam kir û wiha got: “Dîsa 29’ê Îlonê saet 21.00 û 30’ê Îlonê saet 01.00’an balafirên bêmirov di ser herêma Zap a girêdayî Herêmên me yên Parastina Medya re keşifpêk anîne.”