Li Bolûyê li dijî karkerên Kurd hewldana lînçê
Li Bolûyê li dijî karkerên Kurd hewldana lînçê
Li Bolûyê li dijî karkerên Kurd hewldana lînçê
Li Bolûyê hewl hat dayîn karkerên Kurd bên lînçkirin. Ji karkerên ku rastî êrîşa bi ço û hesinan hatin Hûseyîn Dogan rewşa wî giran e.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, komek ji karkerên ji Dêrsimê çûne navçeya Bolû Goynukê ji bo çêkirina santrala termîk bi gotinên "Li van Elewiyên komunîst bixin", "Li van komunîstên kizilbaşan bixin", rastô êrîşa bi ço û hesinan hatin.
9 karkerên li înşaeta santrala termîk a Bolû Goynukê di kargeha Okûl-San a Aksan Enerjî Uretîm A.Ş. de dixebitîn, destpêkê rastî êrîşa devkî ya karkerên din hatin. Karker roja Duşemê jî li êrîşa bi ço û hesinan a nêzî 150 kesan rast hatin.
Karkeran diyar kirin ku rojek beriya êrîşê xwediyê kargeha taşeron Cengîz Okûl pirsa "hûn ji ku derê ne" li wan kiriye û destnîşan kirin ku di nava êrîşkaran de xizmên Okûl jî hebûn.
Piştî êrîşê, ji ber derbên giran ên li serê Huseyîn Dogan ketin, ew rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Bolû Îzzet Baysal. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Dogan xetere ye. Her wiha hin karker neçar man navçeyê biterikînin.