Li Bolûyê 3 xwendekarên Kurd hatin binçavkirin
Li Bolûyê 3 xwendekarên Kurd hatin binçavkirin
Li Bolûyê 3 xwendekarên Kurd hatin binçavkirin
Polîsan îro danê sibê avêtin ser gelek malên xwendekarên Kurd ên li Bolûyê û 3 xwendekar kirin binçavan.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Boluyê, serê sibê avêtin ser mala xwendekarên zanîngeha Abant Îzzet Baysalê girtin. Polîsan di serdegirtinan 3 xwendekarên Kurd binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê.
Di serdegirtina malan de Gulîstan Turgut, Cennet Erdogan û Ozan Canan bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de pirtûk û kompîtûrên xwendekaran jî desteser kirin.