Li Bokanê hêzên îtlaatê xwişk û birayek binçav kirin
Li Bokanê hêzên îtlaatê xwişk û birayek binçav kirin
Li Bokanê hêzên îtlaatê xwişk û birayek binçav kirin
Li Bokanê hêzên îtlaatê 2 hemwelatiyên Kurd yê binavê Efane Bayzîdî (29) û Şaha Bayzîdî (25) yên xwişk û bira desteserkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, roja Şemiya borî xwişk û birayek li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Bokanê yên bi navê Efsane Bayzîdî û Şaho Bayîzîdî ji aliyê hêzên Îtlaatê (îstîxbarat) ve li malê tên desteserkirin û ta niha nizananin birîne kuderê.
Efsane Bayzîdî xwedevan Zanîngeha Peyam Nûrî ya bajarê Bokanê bû, hêzên îtlaatê di ser mala wan de girtin û di encamê de Efsane û Şaho bi hev re tên desteser kirin.
Di heman demê de nasên Bayzîdî serdana îdareya îtlaatê a bajarê Bokanê kirine, lê belê qet zanyariyek di derbarê çarenûsa Bayzîdiyan de negirtine.
Li aliyê din Şahên Bayzîdpûr 5 heyve ji aliyê dadgeha înqlabî ya bajarê Bokanê ve 2 sal cezayê girtîgehê lê biriye. Bayzîdpûrî di 17’ê Hezîrana îsal de ji aliyê hêzên îtlaatê ve li bajarê Bokanê hatibû derteserkirin û derdora 22 roj ji bo îdaraya îtlaata bajarê Ûrmiyeyê hatibûn şandin û niha jî di girtîgeha nevendî ya bajarê Mihabatê de ye. Bayzîdpûr endamê şoraya bajarê Bokanê bû û yek ji endamê damezrandina meclisa kêmendamên bajarê Bokanê bû.