Li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan di bin pêşengtiya Hemwelatiyên Azad de hate destpêkirin.

Kampanya komkirina îmzeyan ku têde yek milyon îmze hatiye armanckirin li bajarê Hewlêrê di bin pêşengtiya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan de hate destpêkirin. Kampanya piştî Hewlêr, dê li seranserê Başûrê Kurdistanê û Iraqê bê destpêkirin. Di kampanya ku komkirina yek milyon îmze tê armanckirin bi pêşengtiya Hemwelatiyên Azad û bi piştgiriya PÇDK, RJAK, Tevgera Ciwanên Welatparêz û gelek rêkxistin û partiyên din ve wê li hemû bajar û deverên Başûrê Kurdistanê were destpêkirin.

Komîteya Amedekar ya kampanyayê duh li Parka Şar ya dikeve navenda bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek ya çapemeniyê dest bi komkirina îmzeyan kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro hertim li hember zordestî û zextê berxwedan hatiye kirin û ji bo xwe ji wê bindestiyê rizgar bikin têkoşîn hatiye dayîn û wiha berdewam kir: “Lewra gelê Kurd her çendî ku weke gelên din yên cîhanê ne bûne xwediyê welatê xwe û azadiya xwe bidest xwe ve ne anî bin jî, lê tu caran li hember dagirkerî, zordestî û êrîşên hovane yên dijmin serî ne tewandiye.”

Di daxuyaniyê de balkêşand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd û tevayî gelên bindest û wiha hat bedewamkirin; “Dewleta Tirk û hêzên tarî weke her carê xwestin birêz Ocalan ji holê rakin û tekoşîna rizgarîxwaz têk bibin. Li ser vî bingehê ev bi salane hevdîtinên parêzeran bi birêz Ocalan re ji aliyê dewleta Tirk ve tê asteng kirin. Lê dijmin her wekû nizane rêberê me Rêber Apo ev leyîstoyên wan yên qirêj vala derxist û êdî bi hemû cîhan û raya giştî daye têgehandin ku ev pirsgirêke ne bi tundiyê û şer berevajiyê wê, wê bi riyên guftigo û aştiyane çareser bibe. Lewra em wek Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev jibo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampanya komkirina yek milyon îmze didîn destpêkirin û bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ku eleqe nîşanî kampanyayê bikin.”