Li Başûrê Kurdistanê gotûbêjên dirêjkirina dema serokatiyê dijwar dibin

Li Başûrê Kurdistanê gotûbêjên dirêjkirina dema serokatiyê dijwar dibin

Daxwaza dirêjkirina dema Serokatiya Herêma Kurdistanê rê li pêşiya gûftûgoyên germ vekir. Doh muxelefetê dirêjkirina dema serokatiya herêmê red kiribû, îro jî, hukumeta herêmê muxalefet bi " berevajîkirina û têkbirina siyasetê" bi nav kir.

Îro berdevkê fermî yê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Omêd Sebah bi daxuyaniyeke fermî muxelefeta herêmê bi danîna "kemînan" tewanbar dike û dibêje; “mafê wan tine ye ku xwe bikin wekîlê gelê Kurdistan û redkirina dirêjkirina dema serokatiya herêmê jî weke " berevajîkirina û têkbirina siyasetê" bi nav kir.

Omêd Sebah diyar dike ku heta niha Mesut Barzanî ji bo dirêjkirina dema serokatiyê tu daxwaz nekiriye, wî tenê xwestiye hilbijartina herêma Kurdistanê di dema xwe ya qanûnî de were kirin.

Omêd Sebah li ser îdaya endamê tevgera Goran ku gotibû, Barzanî di bin zextên muxalefetê û bi taybetî yên Goranê de name nivîsandiye got; Goran bi xwe jî dizanin ku ew ê hêza wan a ku karibin zextê bikin tune ye.

Ev demek bû ku li Başûrê Kurdistanê li ser dirêjkirina dema serokatiya Barzanî gûftûgo dihatin kirin.

Doh jî muxalefetê bi daxuyaniyekê dijîtiya xwe ya li dijî dirêjkirina dema serokatiya herêmê diyar kiribûn.