Li başûr û rojavayê Kobanê şer dijwar bû

Li başûr û rojavayê Kobanê şer dijwar bû

Li rojava û başûrê Kobanê şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin. Li gundê Kolmet ê başûr, gundê Menazê yê rojavayê Kobanê şer û pevçûn danê  êvarê  dijwartir bûn. Çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran li herêmê dixwe.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin şer û pevçûn li gundê Kolmet ê başûr Kobanê sibehê hatibûn despêkirin, di seatên êvarê de dijwartir bûne. Ji ber ku şer û pevçûn bi dijwarî berdewamin, agahiyên zelal nayê girtin.

Li gundê Menazê yê rojavayê Kobanê jî şer û pevçûn ji sibehê ve berdewam dikin û di seatên êvarê de dijwar bûne.

Li rojhilatê herêma Kobanê jî şer û pevçûn didomin.