Li balafirgehên Hannover û Zurichê çalakî

Li balafirgehên Hannover û Zurichê çalakî

Kurdên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar dikin, li balafirgeha Hannover a Elmanyayê û balafirgeha Zurich a Swîsreyê çalakî lidar xistin.

Li Hannoverê, 35 endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Ciwanên Azad li dijî êrîşên DAIŞ'ê li Balafirgeha Hannoverê ya Navneteweyî çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya li Termînala B ya li balafirgehê de ciwanan daxuyaniyek dan û anîn ziman ku yên li Ewropayê xwe bi hêsanî birêxistin dikin bi Rêyên Hewayî yên Tirk re ji bo şer bikin diçin Kurdistanê û hemû dewletên ku bi helwesta pasîf destekê didin vê rewşê, protesto kirin.

Ciwanên ku gelek belavok belav kirin ragihandin ku ew ê ji niha û pê ve jî çalakiya xwe dewam bikin û bi dirûşman dawî li dagirkeriya duh anîn.

LI BALAFIRGEHA ZURICHÊ ÇALAKÎ

Bi armanca şermezarkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, li Balafirgeha Zurich a Swîsreyê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li Balafirgeha Zurichê hatin cem hev, ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê balafirgehên Ewropayê ji bo çûyîna şerê li Kurdistanê bikar tînin, bi armanca şermezarkirinê Balafirgeha Navneteweyî ya Zurichê ji bo demeke kurt dagir kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Pêşî li çeteyan bigirin ku balafirgehên Ewropayên bikar neynin û neçin şer" hat vekirin û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ qetil dike", "Bijî Piştevaniya Navneteweyî" hatin qîrin.