Li Amûdê Çarşema Sor hate pîroz kirin
Li Amûdê Çarşema Sor hate pîroz kirin
Li Amûdê Çarşema Sor hate pîroz kirin
Li Amûdê û gundên derdorê Kurdên Êzidî Çarşema Sor bi çûna serdana gorên şêxan û ziyaretan pîroz kirin.
Kurdên Êzidî li Amûdê û gundên derdorê, bi boneya Çarşema Sor çûn serdana gorên Şêxan û li ser goran dua û qewlên Êzidiyan hatin xwendin, her wiha li ziyaretan geriyan. Bi heman boneyê Endamên Meclîsa Gel a Amûdê çûn serdana Êzidiyên Amûdê û cejna wan pîroz kirin.
Li aliyekî din endamên meclîsên gundan ên girêdayî Amûdê çûn serdan malbatên Êzdî û cejna wan pêroz kirin.
Bi munasebeta Çarşema Sor dê roja Înê li Gundê Doko yê Amûdê şahiyek were lidar xistin. Komîteya amadekar a şahiyê da zanîn ku, wan hemû partiyên siyasî, tevger, komele û rêxistinên kurd ji bo tevlîbûna şahiyê vexwendine.