Li Amedê li dijî çalakiya ji bo Kobanê êrîş
Li Amedê li dijî çalakiya ji bo Kobanê êrîş
Li Amedê li dijî çalakiya ji bo Kobanê êrîş
Gelê Amedê ku xwest bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bimeşin avahiya AKP'ê ya Amedê, li rastî êrîşa polÎsan hatin. Piştî êrîşa polîsan pevçûn derket.
Li Amedê gel ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bikin, li ber avahiyan DBP'ê li hev kom bûn. Gel bi pankart û qêrîna dirûşiman xwestin ber bi avahiya AKP'ê ve bimeşin. Polîsên Tirk ku derdora DBP'ê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin, nehiştin girse bimeşe.
Li hemberî astengiya polîsan Hevseroka DBP'a Amedê Zubeyde Zumrut daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Piştî êrîşa polîsan di navber girse û polîsan de pevçûn derket.