Li Amedê kesek di mala xwe de mirî hat dîtin
Li Amedê kesek di mala xwe de mirî hat dîtin
Li Amedê kesek di mala xwe de mirî hat dîtin
Li Amedê welatiyê 50 salî yê bi navê M.S. di mala xwe ku guleyek li ser wî ketiye mirî hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, bûyer li semta Şehîtlîk a li navçeya Yenîşehîr a Amedê di apartmanekê de pêk hatiye. M.S. ê zarok û hevsera wî li derveyî bajar in,, di nav rojê de dema derneket derve cîranan agahî dan polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê deriyê xaniyê M.S.şikandin û ketin hundir. Polîsên ketin hundir rastî cenazeyê M.S. hatin.
Di lêkolîna ku di malê de hat kirin, hat ragihandin ku M.S. ji serê xwe bi guleyekê hatiye kuştin. Piştî lêkolîna dozgeriya komarê cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî.