Li Amedê ji bo jinên hatîn qetil kirin ‘Dara Şidetê’

Li Amedê ji bo jinên hatîn qetil kirin ‘Dara Şidetê’

DÎKASUM li dijî 25’ê Mijdarê Şideta li Hember Jinê bi boneya Roja Piştgirî û Tekoşîna Navnetewî ji bo bîranîna jinên li Amedê hatin qetilkirin ‘Dara Şidetê’ çêkirin.

Çalekiya ku li Taxa Hunerê hate li darxistin saziyên pêkhateyên Tevgera Jinên Azadên Demokratîk (DOKH) tevil bûn. Şaredariya Bajarê Mezin Amedê li ser navê Lêkolînkirina Pirsgirêkên Jinê û Navenda Pêkanînê (DÎKASUM) Guneş Gezgîn ku daxuyanî da diyar kir ku heya niha hewildane ku têkilên dostane yên jin û xwezayê yên dostane ku heya roja îro xilas nebûne bêjin û wiha got: “Îro dîsan weke dostên jinên ku hatin qetilkirin, em serpêhatiyên wan bi xwezayê re dikîn yek. Li dijî sîstema zilam a talankirina xwezayê, îdiaya me ya piştgiriya bi xwezayê re çêkirina civaka ekolojîk ji cihê ku herî zêde em lê hatine birîndar kirin bi keşifkirina mekanizmayên şidetê dewam dikîn.”

Gezgîn bal kişande ser di 11 mehên 2013’ê de li Amedê 16 jin aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û wiha dewam kir: “Dara ku îro me gihandiye erdê serpêhatiyên jinan wê pêve bên daliqandin, di rastî de em bingehê jinê dişînine nav axê.” Gezgîn di dawiyê de bal kişande ser qasî tekoşîna jinê a azadiyê bilind dibe, wê jiyana azad bê avakirin.

Piştî axaftinên Gezgîn 16 jinên ku li Amedê hatîn qetilkirin nav û serpêhatiyên wan yek bi yek ji aliyê jinan ve hatin xwendin. Piştre jî serpêhatiyên ku hatîn nivîsandin bi dara came ha anîn ve deliqandin. Di dema daxuyaniyê de dirûşmên weke “Zilam lêdixwe dewlet di parêze”, “Jin, jiyan, azadî”, “destên dirêjî jinê dibin bişkên” hatin qêrîn.

Dara ku wê heya sibê bi şev li Taxa Hunerê bê hêlan wê li daristana “Daristana Jina Azad” ku 22’ê Mijdarê wê jin çêbikin were daliqandin.