Li Amedê firînên keşfê û tevgera leşkerî

Li Amedê firînên keşfê û tevgera leşkerî

HPG'ê da xuyakirin ku li hin herêmên Amedê balafirên keşfê difirin û li hin herêman jî tevgera leşkerî heye. HPG'ê, der heqê firîna balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê de, agahî da.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê der heqê tevgera leşkerî ya li Amedê û firîna balafirên şer li ser ezmanên Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin:

"Îro danê sibê saet di navbera 10:15 û 11.00 de, balafirên şer ên artêşa dagirker a TC, li ser qadên Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Basya, Qendîl, Gare û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane. Her weha li ser gelek herêmên me, balafirên keşfê difirin.

Li Amedê jî, balafirên keşfê li ser qadên Şehîd Kendal, Peşî Kevir, Darê Sisê firiyane. Danê sibê jî, li qadên Angol, Hanî û Zara liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a TC destpê kiriye."