Li Amedê êşkenceya polîsan

Li Amedê êşkenceya polîsan

Xwendekarê Zanîngehê Recep Demîr diyar kir polîsan di bin çavan de êşkence li wî kirine û ji wî re gotine, "Em li rûyê wî nedin û cop bikar neyin da ku serê me nekeve belayê. Mafê we tune hûn li vî welatî bijîn. Em destûr nadin hûn li vir bijîn. Kurdên pîs! Derkevin herin çiyê bijîn."

Xwendekarê Zanîngehê Recep Demîr diyar kir ku şevê din li nêzî Deriyê Rihayê yê navçeya Surê ya Amedê ji bo biçe porê xwe biqusîne; polîsan ew rawestandine, nasnameya wî kontrol kirine û xistine bin çavan. 

Demîr diyar kir ku, 2 kesên sivîl hatine cem wî û jê nasname xwestine. Demîr da zanîn ku ji ber wî bawernekirin ew polîsin nexwast nasnameya xwe bide wan û li ser vê yekê polîsên fermî hatin cihê bûyerê. Polîsên bi wesayîtên fermî hatin cihê bûyerê Demîr kirin binçavan û birin Qereqola Polîsan a Çarşiyê. Demîr anî ziman ku,  di bin çavan de rastî heqaret û êşkenceya polîsan hatiye û dê giliyê polêsan bike.

"LI RÛYÊ WÎ NEDIN, JI BO ŞOP ÇÊ NEBE"

Demîr da zanîn ku piştî ew birin navenda polîsan, li wî dane, heqaret lê kirine û polîsan ji wî re gotine: "Mafê xwe yê li vî welatî bijîn tuneye. Em nahêlin hûn li vir bijîn. Kurdên pîs derkevin herin çiya." 

Demîr bilêv kir ku, piştî êşkenceyê ji bo raporê bigire çû nexweşxaneyê lê doktor bi wî re eleqedar nebûne û wiha axivî: "Berê xwe nedan rûyê min jî. Ne bi min re bi polîsan re axivîn." 
Demîr destnîşan kir ku, ew di derengiya şevê de hatiye berdan  Demîr diyar kir ku dema di binçavan de bû agahî ji malbata wî re nehatiye dayîn û piştî binçavkirinê ji bo raporê bigire çû nexweşxaneyeke taybet lê rayedarên nexweşxaneyê ji wî re gotine, "Tu niha here. Dema te doz vekir em dê bên dadgehê." Demîr anî ziman ku ji ber nasnameya kurd rastî êşkenceyan tê û dê serlêdana sûc bike û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bide.

Li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê jî, di 18'ê Hezîranê de jina ciwan a bi navê Canser Elgormuş (19) rastî şîdeta polîsan hat û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. Welatiyê bi navê Abdullah Tarhan ê ku li navçe û gundên Amedê etariyê dike jî di 6'ê hezîranê de dema ji navçeya Gîlê ya Amedê vedigeriya Amedê rastî dijwariya polîsên sivîl hat. Tarhan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û der barê polîsan de serlêdana sûc kir.