Li Amedê 25 gorên komî yên aydê gêrîlayên PKK’ê li benda vekirinê ne

Li Amedê 25 gorên komî yên aydê gêrîlayên PKK’ê li benda vekirinê ne

Li Amedê 25 gorên komî yên tê îdîakirin ku ayîdî 270 kesanin, li gorî rêgezên navneteweyî li benda vekirinê ne. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, ji bo gor bên vekirin û bi çi awayî hatin qetilkirin xebatekî zanistiye û ji bo delîlên di gorên komî de winda nebin divê xebat bi awayekî zanistî bê meşandin.

Piştî di salên 90'an de pevçûn zêdebûn Kurdistan vegeriya qada gorên komî û bi seda gorên komî qirêjiya şer nîşan dide. Yekemîn car di sala 1989'an de li Newala Qesaba gora komî ya ayîd 98 kesên di nav de ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) jî heye derket holê û pişt re bi rêz li herêmê gorên komî derketin holê û hovîtiya hatî kirin raxist ber çavan. Ji gorên komîn hinek kesên hatin binçavkirin û careke din venegeriyan malên xwe û hinek jî yên gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan bi komî hatin definkirine. Heya niha ji 253 gorên komî yên tên îdîakirin hene tenê 29 gor hatin vekirin û di goran de 3 hezar û 243 kes hene.

HERÎ ZÊDE GORÊN KOMÎ LI SÊRTÊ NE

Di gorên komî yên hatin vekirin de ji ber ku Protokola Mînneseta ya navneteweyî li ber çavan nehate girtin tu delîlên ew kes çawa hatin qetilkirin ên şênber bi dest nehatin xistin û di tespîta nasnameyan de jî pirsgirêk rû didin. Herî zêde li Sêrtê 35 gorên komî hene, li Colemêrgê 33 û Bedlîsê jî 32 gorên komî hene. Li Amedê jî heta niha tenê 6 gorên komî hatin vekirin û 25 gorên komî yên tê îdîakirin ayîdî 270 kesanin li benda vekirinê ne.

'BI RÊBAZÊN LI TIRKIYEYÊ DELÎLAN TUNE DIKIN'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, ji bo gorên komî bên vekirin û kes çawa hatine qetilkirin derbikevin holê xebatekî zanîstî ye û ji bo delîlên di gorên komî yên tên vekirin de winda nebin divê xebatekî zanisît bê meşandin. Bîlîcî anî ziman ku, ew naxwazin gorên komî bi sîstema li Tirkiyeyê ya heyî bên vekirin. Bîlîcî da zanîn ku, di vekirina gorande kepçe tên bikaranîn ev yek jî delîlan winda dike û ji bo tespîsta nasnameyan pirsgirêkan diafirîne. Bîlîcî bilêv kir ku, divê gor li gorî peyman û protokolên navneyteweyî bên vekirin û li welatên weke Tirkiyeyê şerê navxweyî lê pêk hat hemû welatan protokol li ber çavan girtin û gor vekirin.

'JI BÎLÎ PROTOKOLA MÎNNESOTE EM TU RÊBAZÊN DIN QEBÛL NAKIN'

Bîlîcî destnîşan kir ku, Tirkiyeyê Protokola Mînnesote ya ku mirinên ji ber binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin bi awayekî berfireh lêkolîn dike û rêzgeên otopsiyê pêk tîne îmza nekir û wiha got: "Heta ev yek pêk neyê em weke komel û malbat qebûl nakin bi tu rêbazekî din gor bên vekirin. Ji ber ku di protokolê de gorek dê çawa bê vekirin bi berfirehî cih digire. Di dema gor tê vekirin de dê kî li wir be cih gire. Delîlên li wir bên dîtin hemû çawa dê bên parastin û bên komkirin cih digire." Bîlîcî diyar kir ku, ji bo nasname bên tesbîtkirin divê banqaya DNA'yê pêk bê û wiha pê de çû: "Hem ji kesên sivîl û hem jî ji gêrîlayên PKK'ê gelek kes winda ne. Nagihijine agahiyên nasnameyên wan. Divê Tirkiye ji pirsgirêka gorên komî re bibe alî."

Li gorî daneyên ÎHD'ê têkildarî gorên komî yên Amedê de ev agahî dan:

*Li bejahiya gundê Gozel ê navçeya Pîranê gora komî ya 3 gêrîlayên PKK'ê heye.

* Li herêma mezraya Turnaqraq a gundê Herîdan a navçeya Pîranê gora komî ya aydî 7 gêrîlayên PKK’ê heye.

*Li qada Deştek a gundê Pîrejman a navçeya Pîranê gora komî ya 4 gêrîlayên PKK'ê heye.

*Di operasyona li herêma di navbera gundên Kelkom û Gozelê yên navçeya Pîranê de 33 gêrîlayên PKK'ê yên 2 jê jin bi jehrê û gulebaranê hatin qetilkirin. Cenazeyên 31 kesan li goristana navçeyê bi awayekî komî hatin definkirin.

*Cenazeyên 23 gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnên cuda de li goristana navçeya Pîranê bi gomên 3-5 hatin definkirin.

* Li bejahiya gundê Zigrê yê Pîranê 2 gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan bi gomî hatin definkirin.

*Li gundê Şel ê navçeya Henî ya Amedê 5 gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan li goristana navçeyê bi komî hatin definkirin.

* Li bejahiya gundê Zera ya navçeya Lîceyê 30 gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan bi komî hatin definkirin.

* Gora komî ya aydî 17 gêrîlayen PKK'ê yên di pevçûna li Girê Kîlî ya gundê Sîpîn a navçeya Lîceyê heye.

* Li qada Goma Hecî Xenî ya mezraya Dalîtê ya gundê Yunlîce ya Lîceyê gora gomî ya ayîdî 2 gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan heye.

* Li gundê Bawerd ê navçeya Lîceyê gora komî ya 10 gêrîlayên PKK'ê û sivîlan li qada rojhilata garaja Qereqola Uçdamlar bi komî hatin definkirin heye.

* Li bejahiya gundê Godernê yê navçeya Pasurê gora komî ya14 gêrîoayên PKK'ê heye.

* Li Çiyayê Andok ê navçeya Pasurê gora komî ya 8 gêrîlayên PKK'ê heye.

*Di pevçûna bejahiya gundê Temîra yê navçeya Pasurê 7 gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û bi komî li goristana navçeyê hatin definkirin.

*Li qada Kaniya Reş a navçeya Pasurê gora komî ya ayîdî 14 gêrîlayên PKK'ê heye.

*Li bejahiya navçeya Pasurê cenazeyê 9 gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê leşkeran ve bi komî hatin definkirin.

*Li bejahiya mezraya Sîmetak a gundê Eskar a navçeya Pasurê gora komî ya ayîdî 12 kesên pirsanî sivîl ên dixwastin tevlî rêxistinê bibin di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan li herêmê Geliyê Eskarê heye.

*Gora komî ya 18 gêrîlayên PKK'ê yên hatin malekê ya li gundê Nirçikê ya navçeya Pasurê piştî bi deman ew li ser hêşên xwe birin û pişt re ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin li mezraya Koçikan heye.

* Di navbera mezraya Koçikan û gundê Nirçikê yên Pasurê de gora komî ya aydî 15 gêrîlayên PKK'ê heye.

* Li bejahiya gundê Koşka yê Pasurê gora komî ya 17 gêrîlayên PKK'ê heye.

*Li bejahiya gundê Godernê yê Pasurê gora komî ya ayîdî 14 gêrîlayên PKK'ê heye.

* Li bejahiya gundê Şawo yê navçeya Farqînê gora komî ya ayîdî ji 7 gêrîlayên PKK’ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan a 3 kesan heye.

* Li bejahiya gundê Erkencî ya naçveya Farqînê ya Amedê gora komî ya ayîd ji 4 gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan a 2 PKK'iyan heye.

*Gora komî ya 2 gêrîlayên PKK’ê yên ji aliyê gundê Qereqbolke ya Bismilê ya nêzî dewletê ve hatin jehrîkirin û 5 gêrîlayên PKK'ê yên din ên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan li Goristina Taxa Sanayî ya Bîsmîlê heye.

* Gora komî ya 2 gêrîlayê PKK'ê yên di pevçûna li nêzî Tabura Komando ya Bismilê jiyana xwe ji dest dan û ya welatiyên bi navê Îsamîl Tunc û Arap Guven ên di heman dîrokê de hatin binçavkirin û çareke din tu agahî ji wan nehatin girtin li taxa Sanayiyê heye.