Li Amedê 12 hezar delege sibê diçin ser sindoqan
Li Amedê 12 hezar delege sibê diçin ser sindoqan
Li Amedê 12 hezar delege sibê diçin ser sindoqan
Di hilbijartinên herêmî yên Adara sala pêş de serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo BDP'ê dewam dikin. Hat hînbûn li Amedê ji bo Serokatiya Şaredariyê heta niha 167 kesan serî li bernamzetiyê dane û bi tenê ji bo endametiya Meclîsa Şaredariyên Baglar, Sûr, Yenîşehîr û Peyasê 299 serlêdan hatine kirin. Serlêdanên ji bo serokatiya şaredariyên bajar û navçeyan û endametiya meclîsa şaredariyê yên li BDP'ê hatine kirin, 10 hezar derbas kir.
BDP ya starta hilbijartinên herêmî da û serlêdanên ji bo bernamzetiyê 3 caran dirêj kir, dê sibê li navçeyên Baglar, Peyas, Sûr û Yenîşehîr ên Amedê pêşhilbijartinan pêk bîne. Tê payîn ji bo pêş hilbijartinan 12 hezar delege dengê xwe bikar bînin. Li her çar navçeyan bi giştî 52 sindoq hatin danîn.
Li gorî agahiyên ji komîsyona hilbijartinê ya BDP'ê hat wergirtin, ji bo bernamzetiya Baglarê 8, ji bo Bismilê 11, ji bo Çermûkê 6, ji bo Çinarê 7, ji bo Çingu 1, ji bo Egil 1, ji bo Pîranê 10, ji bo Erxeniyê 24, ji bo Hênê 9, ji bo Hezro 12, ji bo Peyasê 14, ji bo Karazê 15, ji bo Pasûrê 5, ji bo Licê 8, ji bo Farqînê 11, ji bo Sûrê 13, ji bo Yenîşehîrê 10 û ji bo Şaredariya Bajarê Mezin 2 bi giştî 167 serlêdan hatine kirin.
Li gel 167 serlêdanên bernamzetiya serokatiya şaredariyê, ji bo endametiya meclîsên şaredariyên Baglar, Sûr, Yenîşehîr û Peyasê 299 serlêdan hatin kirin.
Li Amedê ji bo Serokatiya Şaredariyê li Egil û Çinguyê yek serlêdan hatin kirin, Şaredarên heyî yên Hênê, Bismil, Karaz, Erxenî, Pasûr, Baglar, Peyas, Yenîşehîr û Çinarê jî careke din ji bo bernamzetiyê serlêdan kirin.
Tevî ku BDP'ê ji bo serokatiya şaredariyê ji sedî 40 kotaya jinê ya bernamzetiyê daniye, hat hînbûn ji bo şaredariyên derveyî kotayê, jinan serlêdan kirine.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, tevî Amedê li bajar û navçeyên BDP beşdarî hilbijartinan bibe ji bo bernametiya serokatiya şaredarî û endamên meclîsa şaredariyê zêdeyî 10 hezar kesan serlêdan kirine.