Li Amed û navçeyên wê pêşhilbijartinan destpê kir

Li Amed û navçeyên wê pêşhilbijartinan destpê kir

Li Navenda Amedê û 8 navçeyên Amedê ji bo namzetên şaredariyê pêşhilbijartinê destpê kir.

Navenda Giştî ya BDP'ê bi boneya namzetên şaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rezan, Sûr, Peyas, Bajarê Nû, Farqîn, Bismil, Çinar û Liceyê diyar bike, di demjimêrên serê sibehê de dest bi hilbijartinê kir. Delege çûn ser sindoqan û ji bo namzetên şaredariyan diyar bike dengê xwe bikar anîn. Hilbijartin li Salona Sporê ya Rezan, Navenda Çandê ya Cegerxwînê ya Peyasê, Salona Resepsiyona Qada Jiyanê ya Sumerparkê, Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin, sindoq hatin avakirin û delegeyan dengê xwe bikar anî. Pêşhilbijratin dê heta 17.00'an berdewam bike. Li bendê ye ku 12 hezar dengê xwe bikar bînin.