Li Amed û Êlihê di hefteya 228’an de edalet hate xwestin

Li Amed û Êlihê di hefteya 228’an de edalet hate xwestin

Çalakiya Xizmên Windayan û ÎHD'ê ya Amedê ku her hefte bi boneya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 228'an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mungan ê di sala 1998'an de li Mezreya Ceylana Yenî Koy a Navçeya Silopiyê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn.

Çalakiya Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 228'an de berdewam kir. Çalakî bi silogna "Bila winda bê dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê bi tevlêbûna gelek saziyên sivîl ên civakî pêk hat. Vê hefteyê aqûbeta Mehmet Mungan ku di sala 1998'an de li Mezreya Ceylana Yenî Koy a Navçeya Silopiya Şîrnexê ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin û piştî hemû hewldanê malbatê carek din agahî jê ne hat girtin bi bîranîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatibû qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Dayîkên Şemiyê jî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî bal kişand ser pêvajoya aşîtiyê û wiha got: "Divê pêvajoyê de pêşketina herî baş vekişîn bû, pêvajo gihiştiye asta duwemîn. Divê astêde barê herî mezin dikeve ser devletê pêwîste devlet sozên ku daye û barê ser milê xwe bi cih bîne, heta niha barê ket ser milê PKK'ê bi cih anî. Divê devlet jî bi heman awayî tev bigere. Divê dewlet peywira xwe bi cih bîne. Pêwîste gelê Amedê û Saziyên Sivîl û Medenî xwedî li nirxê xwe derkeve malbatên ku wendayê wan hene bila werin xwedî li windayên xwe derkevin. Bila bi awayekî xurt piştgirî bidin çalakiyê Dayîkên Şemiyê."

Çîroka Mehmet Mungan ji alîyê rêveberê ÎHD'ê Abdulselam Înceoren ve hat ve gotin. Înceoren destnîşan kir ku, Mehmet Mungan di sala 1998'an de li Mezreya Ceylana Yenî Koy navçeya Silopiya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin û piştî hemû hewildanê malbatê carekî din agahî jê ne hat girtin. Înceoren da zanîn ku, di sala 2009'an de bi destpêkirina daraza bi navê Ergenekonê malbata Mehmet Mungan serî li ÎHD ya Şaxa Şirnexê da û wiha got: "Ew kesen tê darizandin di be ku ji windabûna Mungan berpirsyar bin. Piştî serlêdanê serî li dozgerê komara Amedê da û ew kesana tewanbarkir, lê di derbarê tewanbarkirinêde heta niha tu pêşveçûn çênebûye."

Çalakiyê piştre bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewam kir û bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên windayan jî bi heman armancê li kolana Gulistanê çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta "Ên hatin windakirin" û "Bila Winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hat vekirin. Endam û rêveberên ÎHD'e û xizmên windayan li gel Dayîkên Aştiyê, BDP, KURDÎ-DER û MEYADER'ê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin bilindkirin Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê İlyas Ekinci, bal kişand ser tecawiza E.A. u ani ziman ku, tecawizkar serbest hatin berdan û ev biryar nayê qebûlkirin. Çalakiya hefteya 228'an bi rûnşitina 5 deqîqeyan bi dawî bû.