Li Albaniyayê erdhej, herî kêm 6 kes mirin

Li Albaniyayê bi pîleya 6.4 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 6 kes mirin.

Bi saeta herêmî 03.54’an de erd hejiya. Navenda erdhejê 34 kîlometre li bakurê rojavayê Tîranayê ye.

Li gorî Wezîrê Tendirustiyê Ogerta Manasterlîû ji ber erdhejê 6 kes mirine û herî kêm 150 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran diyar kirin ku 300 leşker û bi qasî 1900 polîs jî ji bo xebatên alîkariya lezgîn hatine peywirdarkirin.

Tê diyarkirin ji sala 1936’an û vir ve, ev erdheja herî bi şîddet e.