Li Îranê erdheja bi 4.6 pileyî

Li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîl a Îranê bi mezinahiya 4.6 pileyî erd hejiya.

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîl a Îranê bi mezinahiya 4.6 pileyî erd hejiya.

Erdhej bi dema herêmî saet di 08:41'ê de bi 6 kîlometreyî li binê erdê pêk hat.

Agahî bi dest neket ku di erdhejê de tiştek bi kesî hatiye yan na.