Li Îranê dîsa kes hatin destgîrkirin

Hat ragihandin ku beriya salvegera yekemîn a mirina Jîna Emînî ku par ji aliyê polîsên exlaq ve li Tehranê hat kuştin, gelek kes hatine destgîrkirin.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî IRNA’yê 6 kes bi boneya ‘’organîzekirina çalakiyê bi rêya înternetê’’ hatine destgîrkirin. Hat îdiakirin ku kesên hatine destgîrkirin par tev li xwepêşandanên protestokirina kuştina Jîna Emîniyê bûne.

Hat diyarkirin ku her şeş kes li Kohgiluye û Bûyer Ahmedê ji aliyê servîsên îstixbaratê ve hatine destgîrkirin.

Roja Sêşemiyê apê Jîna Emîniyê Safa Alî hat destgîrkirin. Dawiya meha Tebaxê jî dest bi rûniştina doza parêzerê Jîna Emîniyê Salih Nikbext hat kirin. Hinceta darizandina Nikbext ew e ku têkildarê dozê bi medyayê re axiviye.