Leşkerê ji Riha yê bi qezaya sîlehê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Leşkerê ji Riha yê bi qezaya sîlehê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Leşkerê ku li Fermandariya Cendermeyan a Midyadê dima beriya niha bi çend rojan hat îddîakirin bi qezaya sîlehê bi giranî birîndar bûye li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkerê bi navê Faysal Genç ê li Fermandariya Cendermayan a  Navçeyê  ya Midyadê leşkeriyê dike di rojên borî de di encama qezaya bi sîleha xwe birîndar bûye destpêkê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û paşê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Hat destnîşankirin ku leşkerê bi giranî ji serê birîndar bibû jiyana xwe  ji dest daye. Her wiha hat ragihandin ku cenazeyê Genç şandine navçeya Wêranşer a Riha ku bi xwe ji wir e û li wir hatiye veşartin.