Leşkeran bi maşîna zirxî eciqandin, dûre jî bi axê ser wî girtin

Leşkeran bi maşîna zirxî eciqandin, dûre jî bi axê ser wî girtin

Li navçeya Riha Kaniya Xezalan di 12'ê Mijdarê de jendermeyan bi maşîna zirxî ya bi tîpa "akrep" pê li Hasan Bakdûr ê 16 salî kirin. Dûre jî ax avêtin ser wî û nixumandin. Bav Fazil Edîp Bakdûr kurê xwe ji binê erdê derxist, lê nekarî rizgar bike. Bakdûr ji bo darizandina berpirsyaran ji ÎHD Şaxê Rihayê daxwaza alîkariya hiqûqî kir.

Hasan Bakdûr di 12'ê Mijdarê saet li dora 16:45'an de gava ji erdê pembo vedigeriya mala xwe, di bin wesayîta zirxî ya jendermeyan de mal. Jendermeyên ku bi maşîna xwe pê li Bakdûr kirin ew eciqandin, dûre ax avêtin ser wî û ser wî nixumandin.

Bav Fazil Edîp Bakdûr daxwaza alîkariya hiqûqî li ÎHD'ê Şaxê Rihayê kir û anî ziman ku xwendekarê pola duyemîn a dibistana amadeyî Hasan Bakdûr ji bo bixebite çûbû erdê pembo. Bakdûr anî ziman ku di 12'ê Mijdarê de dema jendermeya dabûn dû mişextvanan, bi maşîne zirxî pê li Hasan Bakdûr kirine û ew eciqandine.

Bav ragihand ku dema ew hat cihê bûyerê dîtiye ku hewl tê dayîn bi axê ser kurê wî yê hatiye qetikirin bê girtin û got, "Tevî ku kurê min mişextvaniyê (qaçaxçitiyê) nake jî jendermeyan îdîa kirin ku kurê min mişextvanî kiriye. Ji ber wê yekê maşîna zirxî ya bi tîpa akrep, bi ser kurê min de ajotine. Leşkeran ax avêtin ser kurê min û reviyan. Ez nabêjim li wê de mişextvanî nayê kirin, li wê derê milet birçî ye, neçare mişextvaniya çixareyê bike. Lê belê kurê min ti carî mişextvanî nekiriye. Bi tenê ji malê diçû erdê pembo, ji wir jî vedigeriya malê."

Bakdûr kurê xwe yê ji binê axê derxist destpêkê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan, ji wê derê jî rakir Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan. Lê belê Hasan ê 16 salî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Bav Bakdûr ji bo darizandina kujerên kurê wî serî li ÎHD'ê da ku alîkariya huqûqî bide wî û got, "Ez dixwazim kujerên kurê min bêceza nemînin."