Leşker nahêlin av ji heywanan re jî bê dayîn!
Leşker nahêlin av ji heywanan re jî bê dayîn!
Leşker nahêlin av ji heywanan re jî bê dayîn!
Li sînorê Pirsûsê, ji ber astengî û qedexeyên leşkerên Tirk bi hezaran heywanên Kobaniyan ji tîna telef bûn. Gundiyên Zehwanê ku hewl didin ji aliyê din ê têlan bi xortûmê avê bidin heywanan, rastî astengiya leşkeran tên.
Kobaniyên li dû êrîşên DAIŞ'ê hatin ser sînorê Pirsûsê, li gel heywanên xwe yên bi xwe re anîne, ev 17 roj in tî û birçî tên rawestandin. Her roj gelek heywan telef dibin. Gundiyên Zehwanê ku hewl didin ji aliyê din ê têlan bi xortûmê avê bidin heywanan, rastî astengiya leşkeran tên.
Di dema kişandina wêneyê vê trajediyê de, ji ber nerazîbûna zêde ya her du aliyên sînor, leşkeran destûr dan ku bi xortûmê av bê dayîn.

