Lebetên 3 welatiyên Rojavayî jî hatine dizîn

Lebetên 3 welatiyên Rojavayî jî hatine dizîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê ragehand ku 3 welatiyên Rojavayî yên ku li Nisêbînê hatî qetilkirin û îşkence kirin lebetên wan jî hatine dizîn.

Rêxistina Mafên Mİrovan a Rojava (KMM) di derbarê 3 welatiyên Rojava ku di 17’ê Mijdarê de di navbera sînorê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişlo de ji aliyê tevgera tîmên teybet a Tirk  ve hatîn înfaz kirin bi daxuyaniyekê bal kişande ser dewleta Tirk dewletekî îşkencekar û dizê lebetane. Piştî daxuyaniya ku Rêxistina Mafên Mirovan a Rojava ku li ser înfaza di 17’ê Mijdarê de hatîn kirin şûnde cenazeyê 3 welatiyên Rojava di 19’ê Mijdarê de gihiştiye Rojava û hatine defin kirin.

Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan de bal kişande ser şopên îşkencê yên ku li ser hersê cenazan dîtîn, di dest, ling û serî de şikestin hebûn û hinek lebet jî hatine jêkirin.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk hatin şermezar kirin û bangewaziya saziyên navnetewî ku li hemberî vê yekê bêdeng ne mînin û boyerê lêkolîn bikin kirin.

Xizmê Amir û Yasir Ehmed Abdullah yên ku hatîn qetil kirin Fahrettin Akdeniz ku ji DİHA’ê re axiviye wiha got: “ Piştî ku cenaze hatin şandin şûnde xalê wî li min geriya, ‘Ev mirovane çewan hatine kuştin? Ji min pirsî. Piştre jî got ku çavên birayên wî hatine derxistin û got ku hinek lebet jî nînin.”