Kurê girtiyê nexweş Huseyîn Guloglu serî li ÎHD'ê da
Kurê girtiyê nexweş Huseyîn Guloglu serî li ÎHD'ê da
Kurê girtiyê nexweş Huseyîn Guloglu serî li ÎHD'ê da
Kurê girtiyê nexweş Huseyîn Guloglu, Omer Guloglu, ji bo balê bikşîne ser rewşa bavê xwe yê li Girtîgeha tîpa M a Ceyhana Edeneyê nexweş e, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da. Omer Guloglu, xwest bavê wî yê nexweş serbest bê berdan.
Girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û serbest nayên berdan bi mirinê re rû bi rû dimînin. Girtiyên ku di nava şert û mercên girtîgehê de dijîn, nexweşiyên wan her ku diçe li wan girantir dibe. Malbatên girtiyan ji bo berdana xizmên xwe her çend bi daxwaznameyan serî li rayedarên dewletê didin jî rayedarên dewletê alîkarî û piştgirî dane wan. Malbat vê carê serî li parazvanên mafên mirovan didin û alîkariya hiqûqî dixwazin. Yek ji van girtiyên nexweş jî girtiyê bi navê Huseyîn Guloglu yê ji doza KCK'ê hat girtin û rastî 11 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatiye.
Huseyin Guloglu demek dirêj e nexweş e û li gel nexweşiya xwe li Girtîgeha Tipa M a Ceyhanê nayê dermankirin. Kurê Huseyîn Guloglu Omer Guloglu ji bo berdana bavê xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da. Guloglu, di serlêdana ÎHD'ê de alîkariya hiqûqî xwest. Guloglu, anî ziman ku 7 sal berê bavê wî ji gurçika xwe emeliyat bû û gurçikek wî hat jêkirin. Guloglu, da zanîn kubavê wî tenê bi gurçikekê dijî û ew gurçika wî ya heyî jî ji sedîe 60 dixebite. Guloğlu, da zanîn ku rewşa bavê wî nebaş e û wiha got: "Bavê min li gel nexweşiya 3 salin di girtîgehê de dijî. Rewşa bavê min nebaş e. Çavê bavê min nabîne û nikare di nava şert û mercên girtîgehê de bijî. Divê dîsa emeliyat bibe û bê dermankirin. Ji ber vê yekê divê bavê min bi lezgîn serbest bê berdan û di nava şert û mercên giran de bê dermankirin.