Kurdê endamê Parlementoya Iraqê: Em bi şoreşa Rojava serbilîndîn

Kurdê endamê Parlementoya Iraqê: Em bi şoreşa Rojava serbilîndîn

Endamê Parlemantoya Iraqê û yê Tevgera Goran Dr. mihemed Gêlanî, gotinên Barzanî yên ku li dijî şoreşa Rojava bi karanîn rexne kir û wiha got: “Tiştên ku li wir di nava çend mehan de pêkatin, PDK’ê li Başûrê Kurdistanê 22 salan nekarî vê çêbike. Ji ber vê yekê em bi şoreşa Rojava serbilîndîn.”

Endamê Parlementoya Iraqê û yê Tevgera Goran ku bi daxuyaniyekî ji Rojnameya Awên ku bi zimanê Kurdî weşan dike diyar kir ku serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî di serdana xwe ya Amedê de bû parçeyek ji bo propagandaya hilbijartinan a AKP’ê.

Gêlan ku diyar kir PDK li dijî şoreşên Bakur û Rojava radiweste û wiha dewam kir: “AKP’ê Barzanî vexwend Amedê. Çima pêştir ev dewetiye çênebû, niha pêkhat. Di du salên dawî de di navbera PDK’ê û AKP’ê de hevpeymanekî ku kurdên Bakur bikişînine aliyê Erdogan heye. AKP’ê dixwaze vê hêzê ji bo tevsiyekirina PKK’ê bi kar bîne. Têkiliyên kurdan pêwiste di çerçeveyên berjewendiyên netewî debin. Lê min xwabin di Kurdistanê de tevgerek heye ku dibêje ger tiştek ji dervey kontrola min hebe ezê xirabikim, heye.”

Dr. Gêlan diyar kir ku PDK tenê ne li dijî şoreşa Rojava ye li dijî şoreşa Bakurê Kurdistanê jî ye û wiha dewam kir: “ PDK li dijî PYD’ê û şoreşa Rojava ye. Hemû daxwazên wê Rojava xistina bin bandora xwe ye. Ez dibi ku hemû polîtikayên PYD’ê ne ecibînim lê tişta ku PYD li Rojava dike xebatên pir mezinin. PYD li Rojava gelek hêzên leşkerî na xwaze, ev helwestekî di cihdaye. Ji ber pir hêzên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê me gelek zehmetî kêşan. Tiştên ku PYD’ê li Rojava di nava çend mehan de kirîn PDK’ê li Başûrê Kurdistanê di nava 22 salan de nekarî bike. Ji ber vê yekê em bi şoreşa Rojava serbilîndîn.”