Kurdan û Amazînghiyan, Lûnes Matûb bibîr anîn

Kurdan û Amazînghiyan, Lûnes Matûb bibîr anîn

Li başûrê Fransayê bajarê Marsîlyayê, Kurdan û Amazînghiyan, hunermend Lûnes Matûb ê di 25'ê Hezîrana sala 1998'an de li Cezayîrê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn. 

Amazînghiyên li Marsîlyayê dijîn, Matûb ê di dema têkoşîna ji bo azadî û mafên xwe yên bingehîn de hat kuştin, ji bîr nekirin. Di bîranîna li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê de dokûmanterek li ser jiyana hunermend Matûb hat nîşandan. Berdevkê ZARÎ yê bîranîn organîze kir got, "me xwest bîranîna îsal a Matûb ku digot 'Ez welatparêzê hemû gelên ji welatê xwe hatine derxistin im' li mala gelê Kurd bikin."

Li ser navê komeleya Kurdan Serhat Elih jî da xuyakirin ku divê têkoşîna azadiyê ya hemû gelan bibin yek. 

Piştî dokûmanterê, helbest û stranen Lûnes Matûb hatin gotin.

Lûnes Matûb li Cezayîrê weke "Dengê bilind ê Amazînghiyên di hundurê xwe de difikirin" dihat naskirin.