Kongreya Rêxistina PYD ya Qamişlo hat li darxistin

Kongreya Rêxistina PYD ya Qamişlo hat li darxistin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku demek beriya niha dest bi kongreyên bajaran kir, kongreya rêxistina xwe ya bajarê Qamişlo jî lidar xist. Di kongreyê de rêveberiya nû ya bajar hate hilbijartin.  

Di kongreyê de Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, rêveberên partiyê, 260 delegeyên kongreyê, nûnerên Yekîtiya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Aştî û Demokrasiyê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, Rêxistina Asûriya Demokratîk amade bûn.

Di kongreya ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.

Di kongreyê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah jî axivî û bal kişand ser projeya rêveberiya demî ya hevbeş ku ji aliyê PYD'ê ve hatibû pêşniyarkirin û ji aliyê hemû pêkhateyên din hate erêkirin. Asya Ebdela, da zanîn ku siyaseta PYD'ê li ser esasê xizmeta gelê herêmê tê meşandin û ev tiş gotin: "Erka me xizmeta civakê ye, ti hesabên me yên kesayetî nîn in.”

Asya Ebdullah destnîşan kir ku erka endam û rêveberên partiyê ne rûniştin e, xwedîderketina li berxwedana gel û destketiyên wê ye.

Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Emîna Osê jî rapora rewşa siyasî ya herêmê xwend. Beşdaran jî li ser rewşa siyasî nêrînên xwe anîn ziman.

Di kongreyê de rapora rêxistinî ji aliyê Endamê Meclîsa PYD'ê Mehmûd Hisên ve hate xwendin û ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin. Piştî nîqaşan ev biryar hatin girtin:

1-      Zêdekirina xebatên nava gel û semînerên siyasî li hemû taxan bêne lidarxistin.

2-      Li gundên Qamişlo wê meclîs bêne avakirin û hemleya rêxistinî li gundan bê meşandin.

3-      Pêwîste hemû endam û bi taybet jin tevlî perwerdeya siyasî û fikrî bibin.

4-      Li ser xebatên jinan û ciwanan wê bê sekinandin û konferansên wan bêne lidarxistin, her wiha akademiyên siyasî li herêma Cizîrê wê bêne vekirin.

5-      Komîteya têkiliyan wê dest bi hemleya danasîna projeya rêveberiya demî ji bo hemû pêkhateyan bike.

6-      Xebat û çalakiyên partiyê yên di çapemeniyê de wê bêne şopandin.

Piştî nîqaş û biryaran rêveberiya rêxistina PYD’ê ya Qamişlo ku ji 25 kesan pêk tê hate hilbijartin.