Konferansa Silêmaniyê: Divê ramanên Ocalan weke ders bidin xwendin

 Li Silêmaniyê konferansa "Li Rojhilata Navîn di çareseriya pirsgirêka kurd de rola raman û felsefeya Abdullah Ocalan" hat lidarxistin. Di konferansê de rojnameger, siyasetmedar û akademisyen amade bûn. Di encamnameya konferansê de bang li parêzerên Herêma Federal a Kurdistanê hat kirin û xwest ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.. Di konferansê de hat xwestin ku raman û felsefeya Ocalan wekî dersê li dibistan û zanîngehê bê dîtin.

Li Sileymaniyê bi tevlîbûna hunermend, rojnameger, siyasetmedar û gelek hîndekaran konferansa "Li Rojhilata Navîn di çareseriya pirsgirêka kurd de rola raman û felsefeya Abdullah Ocalan" hat lidarxistin. Di konferansê de nûnerê PÇDK, YNK, Goran û gelek rewşenbir jî di nav de 170 kes amade bûn. Berdevkê Welatiyên Azad û Wekhev Serdar Star, Nivîskar Rêkewt Îsmaîl, Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, Nûnerê BDP'ê yê Hewlerê Cemal Coşkun, Akademîsyen û nûnerê KNK'ê Kamûran Berwarî, Parlamenterê Goran Ednan Osman, Berpirsiyarê PJAK'ê Şemal Beşiri, Nûnerê PYD'ê Dr. Ciwan, axaftin kirin.

Di konferansê de nivîskar Rêkewt Îsmail, diyar kir ku şert û mercên berê hatine guhertin û êdî cih ji kevneperestiyê û paşverûtiyê re nemaye. Îsmaîl, anî ziman ku ji bo kurdan firsendên girîng hatine bidestxistin wiha got: "Geşedanên li Rojhilata navîn pêş dikevin, şoreşa Rojava nêzik dike. Li Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên şoreşê hene. Birêz Ocalan di Newroza Amedê de peyama aştiyê da. Di peyama birêz Ocalan de ji bo 4 perçeyên Kurdistanê peyamên girîng hene. Biratiya Gelan esas digire. Netewbûna demokratîk esas digire.

STAR: RÊBER APO POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ PÛÇ KIR

Nûnerê Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Star jî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî polîtîkayên emperyalizmê feraseta 200 salan a dewlet-netew û emperyalîzmê têkoşîn da. Star, da zanîn ku polîtîkayên emperyalîzmê her tim xwest neteweyên ereb, fars, tirk û kurdan têkevin qirika hev û hevdû qir bikin û wiha got:

"Rêber Apo ev polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelan dihatin neşandin tev pûç kir. Rêber Apo got 'Têkoşina ne ne li dijî ziman, çand, nasname, bawerî û neteweyan e. Dijberî vê yekê ji bo parastina netew, ziman, çand, bawerî û rengan e. Ji ber ku em li dijî dagirkerî, metîngerî, nezanebûn, bindestî û xizaniyê ye. Em tifaqiya gelan eses digirin. Li diji pergala dîktatoriyê têkoşîna azadiyê dimeşînin'. Birêz Ocalan bi felsefe û ramana xwe lîstik pûç kirine."

DR. BERWARÎ: BIRÊZ OCALAN PÊŞENGÊ DEMOKRATIK MODERNITEYÊ YE

Akademisyen û Nûnerê KNK'ê Dr. Kamuran Berwarî jî bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan li dijî pergala modernîteya kapitalist, pergala demokratik moderniteyi pêş xist Birêz Ocalan mima û nûnerê Demokratîk modernîteyê ye. Pirsgirêka kurd a dîrokî ku ji êdî ji rûpelê dîrokê winda dibû ji nûve bi ruh kir û anî rojevê. Gelê kurd ji dîrokê heta niha gelek ol, felsefe û bawerî hembêz kiriye. Divê ev yek neyê ji bîrkirin. Birêz Ocalan vîn da gelê Kurd. Ruh û hiş da gelê kurd. Gelê kurd anî rayeyekê ku êdi siyasetmedar û hîndekarek jî wekî gerillayeki xebatê dimeşîne. Kesayetiyên azad û berpirisyar ava kir. Gelê ku li ser vîn û birayên xwe têkoşîn dide ava kir. Êdî gelê kurd di qada şoreş, diplomasî, siyaset, leşkerî raman, felsefe û gelek qadên din de pêşengiyê dikin. "

COŞKUN: OCALAN PARADIGMAYEK NÛ ANÎ

Nûnerê BDP'ê yê Hewlerê Cemal Coşkun jî anî ziman ku marksizmê civak aşot nava aloziya kapîtalîzê û wiha got: "Di serdema niha de du paradîgma hene. yek jê ya kapitalizmê û ya din jî Marksizm e. 400 sal in ev paradîgma xizmetê ji mirovahiyê re nake. Rêberê Gelê Kurd Birêz paradigmaya nû anî. Li ser bingehe ekolojiya demokratîk û azadiya zayendê paradigmayek nû pêşxist.

CEREN: HERÎ ZÊDE JIN DIKEVIN BIN QEYRANÊ

Berpirsiyara Karê Derve ya PJAK'ê Şîmal Beşîrî diyar kir ku di pêvajoyek wisa de ev konferans pir girîng e. Siyasetmedar Newroz Ceren jî anî ziman ku ji bo felsefe û ramana Ocalan bê famkirin divê der barê azadiya jinê de paradigmaya Ocalan bê famkirin û wiha got: "Di qirîza Rojhilata Navîn de herî zêde jin bandor dibin. Jin hem ji ailyê nijadperetan û hem jî ji aliyê olperestan ve tê çewsandin. Jin hatin koçberkirin û piştre ji cih û warê xwe hatin qetandin. Aadiya Jinê bi Bîrdoziya Azadiyê û Zanistiya Vejinolojiyê pêkan e. Çalakvan û teorîsyenê vê birdoziyê Rêber Abo ye.”

ENCAMNAMEYA KONFERNASÊ

Di encamnameyê felsefeya Ocalan bi navê "Raman û felsefeya wî, rêbaza siyasetê û pêvajoya çareseriyê" de wiha hat gotin: "Di encama Konferansê de hat nirxandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ramana xwe felsefeya xwe pir alî ye û bi taybetî di qada mitoloji, felsefe, dîrok, ol, civaknasî û derûnînasîyê, azadiya jinê, siyaset, sosyalizm, dewlet, kesayetî, civak, roşeş, demokrasî û ekolojî ji nûve bi nav kiriye û tahlîl kiriye. Di tarza ramanê de ne statik, hilberînerî û piralî heye. Di konferansê de hevparê konferansê anîne ziman ku ramana Birêz Ocalan bersivek baş a pêvajoyê ye û tezên Ocalan ên wekî demokrasî, konfederalizma demokratîk, Xweseriya demokratik, welatî di çaresriya pirsgirêka kurd de bersîv e. Di Konferansê de hat xwestin ku parêzerên Herêma Federal a Kurdistanê jî tev li doza Ocalan bibin û parastina Ocalan bikin. Di berdewamê de hat xwestin ku Abdullah Ocalan wekî mirovê ramanê bê nasîn û her kes ji bo raman neyê darizandin di nava hewldanan de be. Dîsa divê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê û zanîngehên navneteweyî Raman û Felsefeya Ocalan wekî dersê bide dayîn. Ji xwendekarên beşên felsefeyê jî hat xwestin ku li ser raman û ramanên Ocalan tezan amade bikin. Ji hîndekar û akademîsyenan jî hat xwestin ku girîngiyê bidin ramanên Ocalan."

 SILÊMANÎ