Konên Çareseriyê rastî eleqeyên mezin tên

Konên Çareseriyê rastî eleqeyên mezin tên

Çalakiyên “Konên Çareserî û Rizgariya Demokratîk” ên ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve ji bo şopandina meşa gêrîlayên HPG’ê hatine vedan bi eleqeyek mezin berdewam dikin. Konê Çareseriyê ê li Dêrsimê hatiye vedan rastî eleqeyek mezin tê, herwiha yê li Colemêrgê hatî vedan jî nobet hate dewir kirin.

Konê Çareseriyê û Rizgariya Demokratîk ê ku destpêk li Qada Seyît Riza bi armanca pêvajoya meşa gêrîlayên HPG’ê bişopîne ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve hatibû vedan; di 29'ê gulanê de birin duryana gundê Roşnekê.

Di konê çareseriyê de gelek wêneyên gêrîlayê PKK'ê, alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine daliqendin. Her wiha konên çareseriyê ji aliyê welatiyan ve bi dorveger nobet têne girtin. Bi vê minasebetê Aktivîstên Dayikên Aştiyê a Wêranşarê ku ji 11 dayîkan pêk dihatin, kon ziyaret kirin. Ji Aktivîstên Dayikên Aştiyê a Stenbolê ku ev meheke li konê nobedariyê dikirin, nobedariyê dewr girtin. Dewrgirtina nobedariyê bi tevlibûna gelek welatiyan ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji aliyê Aktivîstên Dayikên Aştiyê a Wêranşarê ve hat destpêkirin. Li ser navê dayikên aştiyê Emriye Ektîren axivî û diyar kir ku dewlet ji bo ku, pêvajoyê sabote bike çi ji destê wî bê dike.

JI DAYÎKÊN LEŞKERAN RE BANGAWAZÎ

Di derbarê xwedîderketina pêvajoyê de jî Ektîren axivî û diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi awayeke baş biçe divê dayikên leşkeran jî însiyatîfê bigirin û wiha got: "Ji bo ku xwîn nerije û şer raweste em li van çiyayan nobet digirin. Îro dayik dikarin bi xwedîderketinê vî şerî rawestînin. Divê tenê dayikên gerîlayan nobetê negirin, bi vê yekê aştî zehmet e ku pêk bê. Ji ber wî jî divê êdî dayikên leşkeran jî destê xwe têxin binê kevir û însiyatîf bigirin." Ektîren da zanîn ku, di vê şerê heta niha ku berdewam kir de ne tenê gerîla leşkeran jî jiyana xwe ji dest dan.

'DIVÊ RÊBERÊ GELÊ KURD BÊ BERDAN'

Di derbarê pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin de jî Ektîren axivî û wiha pêde çû: "Ji ber ku em bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer in em ketin nava pêvajoyê. Birêz Ocalan ji bo ku ev pêvajo baş biçe çi ji destê wî bê dike lê belê dewleta tirk tu dibêjî qey amadekariya şer dike. Li her noqteyan qereqol tên çêkirin. Ji bo ku pêvajo sabote bibe çi ji destê dewletê tê dikin."

Ektîran bil êv kir ku, divê dewlet dev ji polîtîkayên şer berde û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet bi sekna xwe li hemberî pêvajoyê nesamîmiyeta xwe dide nîşandan. Heger ku dewlet samîmî be divê Rêberê me û hemû dîlên girtî ên di girtîgehan de berde. Heta ku Rêberê me azad nebe û zarokên me ne di nav me de bin em baweriya xwe aştiyê naynin." Piştî ku daxuyanî qediya welatiyan sloganên "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e" , "Bijî Seropk Apo" qîr kirin.

COLEMÊRG

Ji bo di pêvajoya meşa gêrîlayên HPG’ê de bûyerekî nerênî dernekeve û berteka xwe nîşanî çêkirina qereqolan bidin, kona ku li Girê Rehmo ê navçeya Gevera girêdayî Colemêrgê hatiye vedan rastî eleqeyek mezin tê. Balkêşe ku li cihê kon lê hatiye vedan jî tevgera helîkopteran heye.

Nobeta ku 3 roje berdewam dike, li ber govendê welatiyên bajarokê Bajêrgehê, Dizê û taxa Yeşîldereyê dewrî rûniştvanên Taxa Yenî, endamên meclisa şaredariya Xirwate û xebatkarên Komeleya Çand û Hunera Geverê kirin.

Di konê şopandinê de şevê sînevîzyona hate pêşandan.