Konên Çareseriyê li pêwendiyeke mezin rast tên
Konên Çareseriyê li pêwendiyeke mezin rast tên
Konên Çareseriyê li pêwendiyeke mezin rast tên
Konên Çareseriyê yên bi armanca şopandina pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê li Girê Rahmo yê navçeya Colemêrg Gever û Gundikê Melê yê Şirnexê hatin vedan, li pêwendiyeke mezin rast tên.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo pêvajoyê bişopîne û çêkirina qereqolan asteng bike li Girê Rahmo Konê Şopandinê hat vedan. Kon ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Nazil Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Altekîn û gelek kesên din çûn Girê Rahmo kon ziyaret kirin. Li herêmê leşkerên Robokop hatin bicihkirin. Li binê kon, hunermendên ciwan ên Geverê ji nobedaran re stran gotin. Li kon 3 rojan carekê nobet tê guherîn û duh bi merasîmekê welatiyên ji bajaroka Bajêrgeh, taxên Dîze û Yeşlîdere hatin dewr girtin. Di dema dewrkirina nobetê de berdevkê taxa Qişle Rasîm Yalçin axivî û wiha got: "Di nobedariya me ya sê rojan de li herêmê tevgereke zêde ya leşkerî heye. Tevgera leşkerên qereqola seyar a Rahmo hatiye asta pêvajoyê sabote bike. Divê raya giştî vê yekê bibîne. Em jî, ji bo pêvajo neyê sabotekirin li vir in."
Bedîrhan Donat ê ku nobet dewr girt jî got: “Em weke Bajêrgeh, taxa Dîze û Yeşlîder nobedariya 3 rojan dewr digirin. Em ji bo gerîla bi awayekî ewlehî derbas bibin, em li vir in. Divê ev çalakiya bi wate baş bê fêmkirin."
LI KONÊ ÇARESERIYÊ YÊ GUNDIKÊ MELÊ BI HEZARAN KES HATIN CEM HEV
Li Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), mehek berê bi boneya şopandina pêvajoyê û çavdêriya vekişîna gerîlayên HPG'ê, Konê Çareseriya Demokratîk veda bû. Lê belê beriya 2 rojan leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Şirnexê bi ser konê çareseriyê de girtibûn û pankart û poster desteser kiribûn. Piştî serdegirtina leşkeran ji Şirnex û navçeyên Şirnexê ligel endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên civakî bi hezaran kes li Gundikê Melê gihiştin hev. Rêveberên BDP'ê yên Şirnex û navçeyên wê û şaredaran bi boneya piştgiriyê bidin kesên li kon nobefê digirin, ziyaret pêk anîn. Girseya ku li konê çareseriyê kom bû, dîsa alên KCK, PKK'ê vekir û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên pêşengê PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egîd) daliqandin. Li kon pankarta "Botan ber bi roja xwe ve dimeşe" hat vekirin.
Şahiya ku li kon pêk hat bi rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar, anî ziman ku kon li dijî bûyerên neyînî hatiye vedan û kesên dest li kon werdidin jî jî naxwazin pêvajo bi erênî pêş bikeve. Katar serdegirtina leşkeran şermezar kir û da zanîn ku ewê heta dawî têkoşîna xwe dewam bikin. Katar, da zanîn ku aliyê gelê kurd gav avêtin û dor a hikûmetê ye û xwest êdî hikûmet gavên şênber bavêje. Piştî axaftinê bi sedan ciwan bi rûyê xwe yê pêçandî meş pêk anîn. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzar nakin" berz kir.