Konê ji bo gerîlayê PKK'ê Akçin hat vedan bi girseyî tê ziyaret kirin

Konê ji bo gerîlayê PKK'ê Akçin hat vedan bi girseyî tê ziyaret kirin

Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê PKK'ê Emrullah Akçin (Ekrem Mardin) ku li navçeya Bismîla Amedê hat vedan ji aliyê hezaran kesan ve hat ziyaretkirin.
Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê PKK'ê Emrullah Akçin (Ekrem Mardin) ku di sala 1997'an de li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bismil ya Amed’ê hat vedan ji aliyê hezaran kesan ve hat ziyaretkirin.
Ji bo Akçîn, sersaxî li mala Medine hat vekirin. Mala sersaxiyê ku di navde rêveberên BDP'ê ji aliyê hezaran kesan ve hat ziyaretkirin. Rêveberên BDP’ê, Şaredar, rêveberên MEYA-DER, jî amade bûn. Girsê di ziyaretê de bê navber duruşmên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Girsê ji taxa Sanayiyê heta mala Sersaxiyê ya Medine meş pêk anî. Di sersaxiyê de Hevserokê BDP'a Bismilê Tufan Tunç, ani ziman ku ew deyndarên kesên ji bo gel jiyana xwe ji dest dane û dê têkoşîna wan berdewam bikin.
Dayika Akçin Şerîfe Akçîn jî anî ziman ku, ew bi kurê xwe serbilinde û heta dawiya jiyana xwe dê doz û têkoşîna wî bilind bikin.