Komkujiyeke din a avêtibûn stuyê PKK'ê ket ber lêpirsînê
Komkujiyeke din a avêtibûn stuyê PKK'ê ket ber lêpirsînê
Komkujiyeke din a avêtibûn stuyê PKK'ê ket ber lêpirsînê
Der heqê êrîşa bi topên hawanê ya sala 1994'an a li gundê Tanzê yê Qabilcewz a Êlihê de, ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û berpirsyariya wê avêtin stuyê PKK'ê, lêpirsîn hat destpêkirin.
Di şeva 24'ê Sibata 1994'an de gundiyên Tanzê yê ser bi navçeya Êlih Qabilcewzê bi dengê topan hişyar bûn.
Di encama topbaran ji Qereqola Yecebagê de Esad Çetîn (60), Meleyê Gund Sidik Aydin (55), Kadrî Dolek (55), Hanefî Yildiz (14), Abdûrrahîm Yildiz (22), Huseyîn Tekîn (24), Vaadetîn Ongun (30), Nûriye Ongun (50) û Sohbet Ongun (3) jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşê de 4 jê zarok 12 kes jî birîndar bûn. Mîna gelek bûyerên salên 1990, dewletê berpirsyariya vê êrîşê jî avêt stuyê PKK'ê.
Di rapora Weqfa Mafên Mirovan a sala 1994'an der barê bûyerê de hatibû amadekrin dihat gotin, "Di şeva 24'ê Sibatê de gundê Tanzê yê navçeya Qabilcewza Êlihê rastî topbaran hêzên ewlekariyê hat. Di bûyerê de 3 jê zarok 9 kes mirin, 4 jê zarok 12 kes jî birîndar bûn. Topa hat avêtin li ber mizgefta li gundê Tanzê ket." Azîz Şîmşek ê hingî keyayê gund bû bûyer wiha vedigot:
"Gundî bi bahaneyên pûç dihatin binçavkirin, demeke dirêj nedihatin berdan. Hin ji gundiyan 60 heta 70 rojan di binê çavan de dihatin ragirtin. Ez jî carekê 8 rojan carekê jî 15 rojan di binê çavan de mam. Rastî îşkence û heqaretên herî giran hatim. Gundiyan hovîtiya herî tirsnak dîtin. Zehmete ku mirov behsa bûyerên hatine serê wan bikin. Fermandarê jendermeyan ê wê demê serdar.... timî digot ewê gund bi serê me de hilweşîne û koka me biqedîne. Gerîla diavêtin ser qereqolê, leşkeran jî piştî serdegirtinê top diavêtin gundan, bi rokêtan li derdorê direşandin. Ev hemû jî ji ber me cerdevanî qebûl nekirin, anîn serê me."
Piştî 19 salan Komîsyona Lêkolîna Windahiyan û Kuştinên Kiryar ne diyar a Baroya Êlihê xwest, komkujî bê lêpirsîon.
Baroyê da xuyakirin ku li gel rewşa wehameta bûyerê jî heta niha li şahid û mexdûran nehatiye guhdarîkirin.
Piştî ku baroyê agahiyên ji beyanên 8 şahid û mexdûrekî bi Serdozgeriya Komarê ya Erkdarê Taybet a Amedê re arve kir, dozgeriyê biryar da îfadeya şahidan werbigire.
Li dû wergirtina îfadeyan tê payîn delîl bên lêkolînkirin û doz were vekirin.