Komkujiya li Rojava li Innsbruckê hat şermezarkirin
Komkujiya li Rojava li Innsbruckê hat şermezarkirin
Komkujiya li Rojava li Innsbruckê hat şermezarkirin
Komkujiya li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Awûstûrya Innsbruckê hat şermezarkirin. Di çalakiya bi pêşengiya Halkevî de bi sedan kes amade bûn.
Komkujiya li Rojava, li gelek welatên Ewropayê tê şermezarkirin. Li bajarê Awûstûrya Innsbruckê bi sedan kes li Maria-Theresien-Strasse hatin cem hev û komkujî şermezar kirin.
Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin ku armanca yekane ya alîkariyên qirêj ên bi çeteyan re tê kirin, bêdengkirin û kuştina Kurdan e û vegera Kurdan a ji maf û daxwazên xwe ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lê yên vê dikin, me baş nas dikin û dizanin ku wê nikaribin me tine bikin. Emê li dijî vê komkujiya li sivîlan tê kirin bêdeng nemînin. PYD berxwedaneke pîroz nîşan dide. Em vê berxwedana pîroz silav dikin."
Di çalakiyê de her weha der heqê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de belavok hatin belavkirin.