Komîsyona Çareseriyê wê raporê diyar bike

Komîsyona Çareseriyê wê raporê diyar bike

Piştî ku hat bihîstin BDP zagona muzakeran amade dike, ji Hikûmeta AKP’ê daxuyaniya “Rapora di derbarê çareseriyê de” hat, şêwirmendê Erdogan Akdogan da diyar kirin ku, dibin banê Komîsyona Çareseriyê de dê di hefteyên pêş de raporekê diyar bikin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan Yalçin Akdogan da diyar kir ku, wê di hefteyên pêş de raporekê diyar bikin û got: “Li meclisê komîsyonek heye, navê vê komîsyona çareseriyê ye(Komîsyona Lêkolînên Rêya Aştiya Civakî û Nirxandinên Pêvajoya Çareseriyê) ez ji endamê wê me. Di hefteyên pêş de wê raporekê amade bikîn. Bi rastî raporekî gelek berfirehe. Hemû mijarên di raporên ta niha li Tirkiyeyê hatine amadekirin de di nava xwe de digre. Raporekî ku dîtinên hikûmetan, partiyan û bê hêjmar rewşenbîr, nivîskar, akademîs yên  me guhdar kirin hene û minakên ka cîhanê pirsgirêkên wiha çawa çareserkirine hene.”

Akdogan, ‘paketa demokratîk’, mirovên aqilmend û serdana Amedê jî girêdayî pêvajoyê weke “pêngaveke girîng” nirxand û anî ziman ku, di derbarê tiştên bênekirin de rexne dikarin werin kirin, lê belê ev nîşan didin ku vînekî siyasî ne.”