Komîserê di bûyerên li Cizîre de birîndar bû rakirin Amedê
Komîserê di bûyerên li Cizîre de birîndar bû rakirin Amedê
Komîserê di bûyerên li Cizîre de birîndar bû rakirin Amedê
Li navçeya Şirnex Cizîrê, komîser Hakki Başkaya yê di pevçûna navbera ciwan û polîsan a roja Yekşemê de birîndar bû, rakirin Amedê.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber taxa Nûr û Dortyol a Cizîrê ji aliyê polîsa ve hat dorpêçkirin û tîmên taybet veguhestin herêmê, ciwanan çalakiya şermezarkirinê lidar xistin. Ciwanan bi armanca şermezarkirina dorpêça polîsan, li kolana Hezexê bend danîn. ,
Li ser destwerdana polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid, ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û bombeyên deng, bersiv dan polîsan. Di vê pevçûnê de komîserê polîsan Hakki Başkaya ji ber bombeya deng birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Cizîrê. Piştî destwerdana destpêkê ya tibbî, Başkaya rakirin Amedê.