Komên çekdar û hêzên rejimê li paş xwe talan û hilweşandinê dihêlin
Komên çekdar û hêzên rejimê li paş xwe talan û hilweşandinê dihêlin
Komên çekdar û hêzên rejimê li paş xwe talan û hilweşandinê dihêlin
Komên çekdar ên li ser navê rizgariya gel tevdigerin û hêzên rejîma Baas dîsa hilweşandin anîn. Piştî ku duh serê sibehê koma çekdar bi topan êrîşî hêzên rejîmê kir û hêzên rejîmê jî bi topan û bombebaranê bersiv da, welatiyên 9 gundên li derdora Qamişlo malên xwe terk kirin. Li gundan zirara maddî pêk hat. Hate ragihandin ku piştî bombebaranê koma çekdar xwe paşve kişandiye.
Koma çekdar a bi navê tabûra 313 ku ji aliyê hêzên derve ve tê arastekirin û ji aliyê Tirkiyê ve di Deriyê Sînor ê Tilebyed re derbazî Sûriyeyê bû, ji wir jî berê xwe dan bajaroka Tilhemîs, duh serê sibehê li gundê Dibana yê li başûrê Qamişlo bicîh bû û bi topan êrîşî balafirgeha Qamişlo û tabûra hêzên rêjîmê ya li gundê Terteb kiribûn.
Hêzên rêjîma Sûriyeyê jî bi topan û helîkopteran êrîşî gundê Dibana û 8 gundên din ên bi navê Cirmiz, Ewêca, Cinêdiye, Becariya, Poladiye, Boyre, Dosa û Til Oda kir. Di encama êrîşan de malên welatiyan hilweşiyan. Ji ber ku şêniyên gundan ên bi ketina koma çekdar re malên xwe bi temamî terk kirin û çûbûn cem xizmên xwe yên li derdorê, kuştî an jî birîndar çênebû.
Di êrîşan de welatiyê bi navê Elî Silêman ê di nava zeviya xwe de kar dikir û 2 leşkerên Sûriyeyê jî birîndar bûn.
Li gorî gotinan komên çekdar piştî êrîşan xwe ji gundê Dibana û gundên derdorê ber bi bajaroka Til Hemîs a başûrê Qamişlo ve vekişiyane.
Hate ragihandin ku, îro jî dengê çend topan ji herêmê hatiye, lê niha rewş arame.