Komên çekdar 3 otobusên rêwiyan revandin

Komên çekdar 3 otobusên rêwiyan revandin

Komeke çekdar 3 otobusên rêwiyan li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de revandin û birin cehekî ne diyar.

Berpirsê rawestgeha Efrînê diyar kir ku di 29’ê Tîrmehê de komeke çekdar ku tê gotin girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ye li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de 3 otobusên rêwiyan tevî ajokarên wan revandine û ew birine cehekî ne diyar. Heta niha haya kesî ji rêwiyên hatine revandin nîne.

Li aliyê din jî malbata ciwanê kurd Yûsif Ibrahîm Cefer da zanîn ku kurê wan ji 31’ê Tîrmehê ve dema ji Heleb diçû Efrînê wenda bûye. Her wiha welatiyên herêmê dan zanîn ku li ser bendên kontrolê yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi dehan ciwanên kurd li herêmên Helebê hatin revandin.