Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Meletiyê hate girtin

Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Meletiyê hate girtin

Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Meletiyê bi biryara dadgehê hate girtin.

Komeleya Xwendekarên Demokratîk bi armanca xebatên civakî û çandî ên li Zanîngeha Înonu hatiye avakirin, bi biryara dadgehê hate girtin.

Endamên DODER ên Meletiyê bertek nîşanî girtina komeleyê dan û biryara dadgehê şermezar kirin. Endamên DODER’ê got: “Bi hevkariya li gel polîsan bibiryara dadgehê komeleya me hatiye girtin. Ev êrîşên bi vî awayî dê me bêzar nekin. Em dê tekoşîna xwe berdewam bikin.”