Komek din jî a gêrîlayan giha Herêmên Parastina Medya

Komek din jî a gêrîlayan giha Herêmên Parastina Medya

Di çarçoveya pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, meşa demokratîk ya gêrîlayên HPG’ê berdewam dike. Komek din jî a gêrîlayên HPG’ê gihan Herêmên Parastina Medyayê. Ji Fermandarên YJA STAR’ê Gulistan Gulhat ku kom pêşwazî kirin got, “Erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê gêrîla tîne cih. Lê belê aliyê din pêngavên ku pêwîste bi avêje na avêje. Em vê rewşê di nava xwe de nîqaş dikin û dinirxînin.”

Di derbarê koma gêrîlayan de Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, “Weke hêzên HPG’ê Meşa Rizgariya Demokratîk ku me daye destpêkirin, li rexmî hemû zor û zehmetiyan bi biryarbûnekî mezin didome. Di vê çarçoveyê de komek din jî a gêrîlayên me gihan Herêmên Parastina Medyayê.”

Weke ku berê jî çêbûyî koma ku ji Bakûrê Kurdistanê hatin Herêmên Parastina Medyayê bi merasimekî leşkerî hatin pêşwazî kirin.

Ji Fermandarê YJA STAR’ê Gulistan Gulhat destnîşan kir ku, komek din jî ya gêrîla meşa çareseriya demokratîk bi serkeftî temam kir û wiha axivî: “Erk û berpirsyartiyên ku dikeve ser milê gêrîla bi hesasiyeteke mezin bicih tîne. Li rexmî her tiştî em Pêvajoya Çareseriya Demokratîk berdewam dikin û tekoşîna wê didin. Lê belê aliyê din pêngavên ku pêwîste bi avêje na avêje. Ev jî bandorê li pêvajoyê dike. Em di nava xwe de vê rewşê nîqaş dikin û dinirxînin.”

Ji fermandarê komê Zinarîn Qamişlo û Harûn Silopî jî derbarê meşa çareseriya demokratîk de daxuyaniyek kurt dan. Fermandarên komê dane diyarkirin ku, ew dê bi awayek herî baş tevlî pêngava Jiyana Azad û Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin bibin. Her wiha anîn ziman ku, banga Ocalan ji bo wana fermaneke û li ser vî bingehî Meşa Çareseriya Demokratîk temam kirine û gihane Herêmên Parastina Medyayê. Dane diyarkirin ku, ji bo wan ya girîng azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane.