KMM: Guman hene ku Tirkiyê organên 3 Rojavayiyan diziye

KMM: Guman hene ku Tirkiyê organên 3 Rojavayiyan diziye

Komela Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê diyar kir cenazeyên 3 welatiyên ji Rojava ku ji aliyê jendermeyên Tirkiyê ve li ser sînor hatin înfazkirin, rastî îşkenceyê hatine û di canê wan de gumanên diziya organan jî hebû.

Der barê 3 welatiyên ku li ser sînorê di navber Rojava û Bakurê Kuridstanê ji aliyê jendermeyên Tirkiyê ve hatin kuştin, Komela Mafên Mirovan a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin cenazeyê hersê welatiyan di şeva 19'ê Mijdarê de ji deriyê Dirbêsiyê derbasî Rojava hatin kirin û di saetên sibê de spartin axê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her 3 cenaze hatibû qelişandin û şikandin di pî û serê wan de hebûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev teîd dike ku organên wan ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dizîn.

Di dawiya daxuyaniyê de kiryarên Tirkiyê hate şermezarkirin û bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku der barê kiryarên Tirkiyê de bê deng nemînin, her wiha ji bo rastiya bûyerê komîteyekê saz bikin û lêkolînê bidin destpêkirin.