Keştiya Îmraliyê dîsa ji parêzeran re xerabe ye

Keştiya Îmraliyê dîsa ji parêzeran re xerabe ye

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çûyîna Îmraliyê, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî Û Mazlûm Dînç ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê careke din bersiveke neyînî wergirtin. Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bi hinceta "keştiya parêzeran bibe Îmraliyê xerabe ye" destûr neda parêzeran.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi sedemên cûrbecûr, nekaribin biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.