KCK: Têkoşîna li dijî tundiyê, têkoşîna herî mezin ya demokrasiyê ye

KCK: Têkoşîna li dijî tundiyê, têkoşîna herî mezin ya demokrasiyê ye

KCK’yê têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û balkişande ser ku tundiya li dijî jinê qirkina civakî ya herî mezine û got: “têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê netenê têkoşîna jinane, têkoşîna azadiya civakê ye. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, têkoşîna li dijî mêtîngerî, komkujî, sîstema takekesî û çandiye”

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê biboneya 25’ê Mijdarê Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê bibîrxist ku, her roja 25’ê Mijdarê li hemû derê cîhanê jin derdikevin qadan û bertekê nîşanî tundiya li ser jinê didin û wiha got: “Jinên cîhanê ku li çar aliyên cîhanê bi ruhê serhildanekî mezin qadan didagirin û li hemberî paradîgmaya serdest ya zilam û sîstema redê bi awayekî herî bihêz helwesta xwe didan holê, em vê têkoşîna wan ya watedar û binirx silav dikîn.”

KCK’ê destnîşan kir ku, “Tundiya li ser jinê çeka herî bihêz ya çanda zilamê serdest û şaristaniya dewletî ya pênc hezar sal li dijî jinê bikar aniye” û daxuyaniyê wiha berdewam kir:

“şaristaniya zilamê serdest, bi tundiya li ser jinê pêkaniye di şexsê jinê de vîna civakê şikandiye û teslîm girtiye. Tundî çeka herî bibandor ya şaristaniya zilamê serdeste ku di şexê jinê de civak kolekiriye ye. Vê çekê bi şaristaniya capitalist re rewatiyekî mezin qezenc kiriye, civak kiriye kole, ber bi rizîbûnê ve û belavbûnê ve biriye.

Şaristaniya kapîtalîzmê jin weke nesneyekî bazarê, bazirganiyê, sanayî û endustriyê lê kiriye ku herî zêde karê jê dibînin, ev qirkirina jinê weke polîtîkayekî sîstematîk û çandekî civakî lê kirine. Xwekujiyên jinê, qetil, darvekirin, recim, tecawiz, di temenê biçûk û bizorê dana zeciwandin wkd. pêkanînên der-mirovahî encamên hovane ên sîstema zayendparêzî û çanda tecawizê rê lê vekirîne. Weke din jî enduristiya reklam û seksê ên li ser mêtîngerkirina kesayeta jinê û bedena jinê hatine avakirin, nîşana asta polîtîkayên qirkirina jinê ya sîstematîke.”

KCK’ê di daxuyaniyê de da diyarkirin ku, “Ev feraset û çand civakê jehrî dike û perçe dike. Nirxên civakî û exlaqî ji rê derdixe, her wiha dirizîne.”

KCK’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, li dijî tundiya li ser jinê pêwîste netenê jin hemû civak têkoşînê bide û wiha got:

“Li dijî tundiya li ser jinê netenê têkoşîna jinê ye, têkoşîna mirovahî û hemû civakê ya azadî û rûmetê ye. Ev têkoşîn qasî têkoşîna demokrasî û azadiya jinên cîhanê ye, ew qas jî têkoşîna azadî, wekhevî, edalet û demokrasiya civakê ye jî. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, têkoşîna li dijî çanda mêtîngerî, komkujî sîstema takekesî ye, her wiha têkoşîna mirovahiyê ya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye.”

KCK’ê behsa paraleltiya têkoşîna demokrasî û jinê kir, her wiha ev bang li jinan kir: “Sîstema ku her cure tundî lê bidawî bibe û jiyanekî azad û wekhev lê şîn bibe demokrasiye. Têkoşîna jinê a demokrasî qezenc kiriye, dê azadî û wekheviyê jî qezenc bike. Di pêşengiya jina Kurd de têkoşîna azadiya çil salan ya PKK’ê jiyanekî azad, wekhev, demokratîk û sîstemekî ferasetê derxistiye holê. Ji bo vê ferasetê vegerînin avakirina sîstemekî bikok ya demokrasiyê, em bang dikin ku li dijî tundiya li ser jinê tê kirin têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê bilind bikin û biawayek herî çalak beşdarî avakirina sîstema demokratîk bibin.”