KCK: Kurd ji samîmiyeta koalîsyonê bi guman in

KCK: Kurd ji samîmiyeta koalîsyonê bi guman in

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser koalîsyona navneteweyî ya ku tê îdîakirin li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin û bi bîr xist ku heta niha mudaxeleyê êrîşên li ser Kobanê nekiriye. KCK’ê got: “Ger li Kobanê trajediyek çêbibe, Kurd û raya giştî, dê di serî de Tirkiye, DYA, Ewropa û welatên di koalîsyonê de cih girtine weke berpirs bibîne. Balafirên şer ên koalîsyonê li cihên cûda dixin û cesaretê didin DAIŞ’ê. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê îdîayên ku dibêjin koalîsyona navneteweyî li Kobanê li dijî DAIŞ’ê êrîş pêk anîne de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê destnîşan kir ku weke di dema şerê cîhanê yê 2’yemîn de, li Kobanê berxwedanek li dijî faşîzmê tê meşandin û bi bîr xist ku her çendî tê îdîakirin ku li dijî DAIŞ’ê koalîsyoneke navneteweyî hatiye avakirin, lê heta niha koalîsyonê mudaxeleya êrîşên li ser Kobanê nekiriye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Hin cihên cûda yên Sûriye û Iraqê bi dijwarî bombebaran dikin, lê li Kobanê helwesteke wiha tune ye. Ev yek jî dibe sedem ku raya giştî û gelê Kurd bikeve nava gumanan” û wiha domand: “Ger li Kobanê trajediyek çêbibe, Kurd û raya giştî, dê di serî de Tirkiye, DYA, Ewropa û welatên di koalîsyonê de cih girtine weke berpirs bibîne. Li Kobanê berxwedaneke mezin heye. Balafirên şer ên koalîsyonê li cihên cûda dixin û cesaretê didin DAIŞ’ê. Ev yek bi tu awayi nayê qebûlkirin.”

KCK’ê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser xeta sînor a Kobanê û Bakûrê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd pêk tîne weke “îlankirina şerê li dijî gelê Kurd bi nav kir” û wiha berdewam kir:

“Ev 13 roj in gelê Kurd, hêzên YPG û YPJ li Kobanê bi awayeke fedaiyane li ber xwe didin. Yek ji mezintirîn berxwedanên dîrokê li Kobanê tê nîşandan. Weke di dema II. Şerê Cîhanê de, Hêzên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê li hemberî faşîzma DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan didin. Ev berxwedan ji aliyê gelên cîhanê ve bi teqdîrê tê pêşwazîkirin.

DIXWAZIN PIŞTÎ KOMKUJIYÊ BIBIN RIZGARKER

Her çendî tê îdîakirin ku li dijî DAIŞ’ê koalîsyona navneteweyî hatiye avakirin, lê DAIŞ li derdora Kobanê bi aşkereyî êrîş dike û heta niha vê koalîsyona navneteweyî tu mudaxeleyek nekiriye. Hemû raya giştî ya cîhanê vê yekê bi awayeke matmayi dişopîne. Hin cihên cûda yên Sûriye û Iraqê bi dijwarî bombebaran dikin, lê li Kobanê helwesteke wiha tune ye. Ev yek jî dibe sedem ku raya giştî û gelê Kurd bikeve nava gumanan. Weke gelek caran, piştî ku gel û civak tên qetilkirin, nû dest bi mudaxeleyê dikin, ger vê carê jî dixwazin wiha bikin û bixwazin piştî komkujiyê bibin rizgarker, ev y ek ne ji aliyê Kurdan û ne jî ji aliyê mirovahiyê ve bi tu awayi nayê qebûlkirin. Wijdan û mirovahî li bendê ye ku beriya komkujî pêk bên, helwest bê nîşandan. Ji ber ku vê yekê nakin, Kurd û raya giştî ya cîhanê ji samîmiyeta vê koalîsyona hatiye avakirin bi guman in.

DEWLETA TIRK CAREKE DIN BÛ HEVKARÊ SÛC

Leşkerên dewleta Tirk a ku dibêje dê beşdarî koalîsyonê bibe, her tim li ser xeta sînor êrîşê şervan û wesayitên YPG’ê dikin, hewl dide ku liv û tevgera wesayitên YPG’ê asteng bike. Ev yek ne bes bû, vê carê êrîşê gelê Kobanê yê sivîl kir, ciwanek şehîd kir û du kes birîndar kirin. Ev yek aşkere dike ku dewleta Tirk hevkarê sûc e. Dewleta Tirk bi vê helwesta xwe li hemberî tevahiya Kurdistaniyan şer îlan kiriye. Divê gelê me têkoşîna xwe ya li hemberî vê helwesta dewleta Tirk xurttir bike û bê bersiv nehêle.

LI CIHÊN DIN DIXIIN Û CESARETÊ DIDIN DAIŞ’Ê

Îro li hemberî Kobanê êrîşên dijwar pêk tên, sedema vê yekê ew e ku Şoreşa Rojava ji her kesî zêdetir li hemberî faşîzma DAIŞ’ê li ber xwe dide. Ger li Kobanê trajediyek çêbibe, Kurd û raya giştî, dê di serî de Tirkiye, DYA, Ewropa û welatên di koalîsyonê de cih girtine weke berpirs bibîne. Li Kobanê berxwedaneke mezin heye. Balafirên şer ên koalîsyonê li cihên cûda dixin û cesaretê didin DAIŞ’ê. Ev yek nayê qebûlkirin.

Em bang li hemû gelên cîhan ê û raya giştî ya cîhanê dikin ku piştgiriyê dibin gelê Kobanê yê ku li hemberî DAIŞ’ê ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşin, faşîzma DAIŞ’ê ji herêma Kobanê derbixînin, têk bibin û berxwedana Kobanê ya li hemberî DAIŞ’ê bikin destpêka bidawîkirina vê faşîzmê.”